HELEB – Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek hate lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
Meş li Qada Kebo Yasîn dest pê kir û li Qada Dîwar Zeytûn a Eşrefiyê bi daxuyanîyekî bi dawî bû. Di meşê de, ciwanan gelek caran dirûşmeyên wekî “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey Serok” û “Ciwan canfedayên Ocalan” qîr kirin.
Berîya daxuyanîyê ciwanan ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin rawestandin.
Mihemed Hisên li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û destnîşan kir ku Rêber APO 26 sal in li zindana Îmraliyê li dijî dewleta Tirk û hemû dewletên dagirker li ber xwe dide, lê belê, ruxmê wê tu dewlet an rêxistineke mafên mirovan tu gav neavêtiye. Mihemed diyar kir ku “Destpêker û pêkanînerê “Civaka Aştî û Demokratîk” Rêber APO ye. Em, wekî ciwan û gel, ji bo misogerkirina serkeftina vê pêvajoyê berpirsiyar in. Divê hemû ciwan û gelê me piştgirî bidin vê pêvajoyê û beşdar bibin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe û serkeftina pevajo mîsoger bibe.”
Piştre, ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dicle Heleb ve bi zimanê Erebî jî hat xwendin.



