ŞENGAL – 10’emîn salvgera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li navenda Şengalê hat bibîranîn. Pîrozbahî bi deqayeqî rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên ku jiyana xwe di oxira şerê Şengalê de feda kirin hat destpêkirin.
Bername bi axaftina fermandariya YBŞê Zekî Şengalî berdewam kir. Şengalî diyar kir ku bê pêşengtiya rêhevalên mîna Şehîd Pîr Çeko û Şehîd Mam Zekî em ê negihiştiban roja îro.
Piştî axaftinan, Koma Bêrîvan a girêdayi saziya Sitiya Nexşa ya Kevana Zêrîn a Şengalê û Koma Çand û Hûner a Mexmûrê stran gotin.



