NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahîyên ji bajarê dagirkirî yê Efrîn, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê duh bi şev bi dehan ciwanan revandin.
Çavkaniyan ragihandin ku tenê li taxa Eşrefiye nêzîkî 20 ciwanan hatine revandin. Her wiha, wan diyar kir ku bi revandinê re di heman demê de dengê çekan jî hatiye bihîstin û li taxên Efrîn pênc saetan înternet û kehrebe qut bûye.
Hefteya berî, sê kes, Şukru Ehmed Oso (65), Mihemed Ehmed Derwîş (55) û Mustafa Îso, li Efrîn hatin qetilkirin.



