NAVENDA NÛÇEYAN – Turnuvaya Şehîd Çîya Rizgar, ku ji hêla Komîteya Werzîşê ya Ciwanan ve hate rexistinkirin, îro bi coşeke mezin bi dawî bû.
Di fînalê de Tîma Tolhildan û Tîma Star rû bi rû yê hev hatin. Lîstoka ku gelek temaşevan kişand, bi serkeftina tîma Tolhildan bi 4-0 bi dawî bû.
Di merasîma bidawîkirinê de, lîstikvanên serketî yên turnuvayê xelatên xwe wergirtin. Orhan Elî xelata “Lîstikvanê Herî Baş” wergirt û Abdullah Elî wekî “Golparêzê Herî Baş” hate hilbijartin. Xelata “Golvanê Herî Baş” da kaptanê tîma Tolhildan Elî Bira re hat dayîn. Tîma Komeleya Efrîn, ku bi werzîşvanî û performansa xwe ya mînakî hate nasîn, xelata “Lîstika faîr play” wergirt.
Di axaftina ku di dawiya merasîmê de hate kirin de, hemû şehîdên ku ji bo aştî û azadiyê canê xwe feda kirine hatin bîranîn. Beşdaran girîngiya yekîtî û hevgirtinê tekez kirin û hêviya xwe anîn ziman ku ev turnuva bibe kevneşopiyek.



