QAMIŞLO – Li Qamişlo Yekîtiya Xwendekar ên Welatparêz di çarçoveya kampanayaya “KOM BIBE” de bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber APO Re Bijî” panelek organîze kir.
Xwendekaran di panelê de cureyê tundiyê niqaş kirin, her wiha wateya dîroka 25’ê Mijadarê anîn ser zîman û dawî de derbarê mijara parastina jin de nirxandin pêşxistin.
Axaftina vekirinê ya panalê ji aliyê Berdevka Zaningehên Qamişlo Nergiz Şêxo ve di derbarê dîroka 25’ê Mijdarê hat kirin. Di axaftinê de girîngiya ku divê jinên ciwan nêrîna xwe di derbarê tundiyê û çareseriya wê de bînin ser zîman, hat diyar kirin. Her wiha bihêzkirina jinên ciwan ên xwendekar di mijara rola jinan a di civakê de, di hemû qadên jiyanê de û mîsogerkirina wekhevjiya jin û meran de hat parvekirin.
Li aliyê din xwendekaran nêrînên xwe li ser banga “Aşitî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye destpêkirin anîn ser zîman û gotin: “Çareseriya li dijî tundiyê pirtûkên Rêber APO xwendin û di vê warê de xwe perwerdekirin e.”
Her wiha girêdanbûna xwe ya bi fikir û felsfeya Rêber APO re anîn ser zîman û diyar kirin ku mîsogerkirina azadiya fizikî ya Rêber APO ji bo azadiya jin xwedî girîngiyek mezin e.


