KOLN – Li Koln endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev û ji bo banga beşdarbûna meşa mezin ya 8’ê Mijdarê, serdana dikanên sûka li herêmên Koln û Mülheim kirin. Herwiha li kolanan ji belavok ji bo banga meşa mezin belav kirin.
Hevseroka KCKD-E Zübeyde Zümrüt, Hevseroka KON-MED Ruken Akça û endamên Meclîsa Kolnê jî beşdarî serdanan bûn. Belavok hatin belavkirin û vexwendinek ji bo beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê hat dayîn.
Ciwanan dikandaran li ser armanc û girîngiya meşê agahdar kirin. Her wiha calakvanan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO ya di 27ê Sibatê de jî destnîşan kirin û diyar kirin ku beşdarbûna meşê dê bi awayekî erênî beşdarî vê pêvajoyê bibe.


