HAMBURG – Li Hamburg, (Almanya) endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger broşur û afîş ji bo Meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê daliqandina. Meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO were organîze kirin.
Ciwanan li navenda bajêr kom bûn û li herêmên St. Pauli û Feldstraße dest bi daliqandina afîşen agahdarkirinê kirin.
Li ser navê calakvanan Tevgera Ciwanên Şoreşger Armanç Karakoçan axivî û bal kişand ser meşa mezin a li Kolnê ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike.
Karakoçan diyar kir ku ciwanan bi ruhekî seferberiyê banga beşdarbûna bênavber di meşa pêşerojê de bikin, û tekez kir ku felsefeya Rêber APO ya ekolojîk, rizgariya jinan û neteweya demokratîk tevahiya cîhanê ronî dike:
“Çalakiyên me yên amadekarî bi ruhekî seferberiyê berdewam dikin, û em ê heta roja dawî xebata xwe bidomînin. Azadiya Rêber APOdi heman demê de tê wateya azadiya jinan, azadî û biratiya gelan.”
Piştî banga calakvanan, endamên ên TCŞ’ê bi biryardariyeke mezin xebata xwe domandin.


