BASEL – Li kantona Baselê ya Swîsreyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo beşdarbûna meşa mezin a Kolnê ku dê di 8’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber APO were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin.
Endamên TCŞ li Baselê kolan bi kolan geriyan û poster û belavokên ji bo meşa 8’ê Mijdarê belav kirin.
Endamê TCŞê Mazlum Bahşî diyar kir ku ciwanên TCŞê li kolanan in û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin:
“Em, ciwanên TCŞê, li kolanan in. Em bang li hevalên xwe yên jin ên welatparêz, hevalên xwe yên ciwan û hevalên xwe yên enternasyonalîst dikin: Werin, em bi hev re beşdarî meşa me bibin.”
Piştî daxuyani endamên TCŞê belavkirina poster û belavokan domandin.


