MÜNSTER – Li Münster (Almanya) Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo meşa mezin a ku dê di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, bi lez û bez dixebitin ji bo ku beşdariya xurt misoger bikin.
Ciwanên TCŞ li cihên navendî a bajarê Münster û bajarokên derdorê, afîş daliqandine û diyar kirin ku Ciwanên TCŞ ê li gorî perspektîfên Rêber APO, “Birêxistin bibe, Birêxistin bike” tevtigerin. Her calakvanan hemû dostên Kurdistanê, bi taybetî ciwanên Kurd ên li Ewropayê, di 8’ê Mijdarê de vexwendin Kolnê.


