NAVENDA NÛÇEYAN – Li Parîs û Marsîlya ciwanên Kurd ên li Fransayê salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê bi çalakiyên cuda pîrozkirin. Li Parîsê ji bo 1’ê Mijdarê kombûyinek ciwanan pêk hat û li Marsîlyayê konvoyên dirêj ên wesayîtan hatin organîze kirin.
PARÎS
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Villiers-le-Bel a Parîsê, Ciwanên Kurdistanî yên Fransa di ji bo Roja Cîhanê ya Kobanî, kombûyinek li dar xistin. Bernamê bi kêliyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina ji şehîdan, tevî şehîdên Kobanî, dest pê kir. Di axaftina vekirinê de girîngiya berxwedana Kobanî û girîngiya wê ji bo ciwanên de roja îro de hate destnîşankirin.
Piştî axaftinê, belgefîlmek li ser berxwedana Kobanî hate nîşandan. Paşê, endamên Komîsyona Çandî ya CKF derketin ser dikê û stranên şoreşgerî gotin.
Endamên ciwan ên CKF govend gerandin û dirûşmeyên wekî “Bijî Serok APO”, “Be Serok jiyan nabê”, “Bijî berxwedana Kobanî”, û “Ciwan fedayîyên Rêber APO’ne” qîr kirin.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê, ciwanan bi konvoyan ji bo Roja Cîhanê ya Kobanî li bajêr geriyan.
Li Marsîlyaya Fransayê, Ciwanên Kurdistanî yên Fransa ji bo pîrozbahiya Roja Cîhanê ya Kobanî ya 1ê Mijdarê konvoyên dirêj ên wesayîtan organîze kirin. Ciwanên CKF, bi hildana alên YPG û YPJ li kêleka ala Rêber APO, kolan bi kolan dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Rêber Apo” û “Bijî YPG û YPJ” qir kirin.


