HAMBURG – Li Hamburg (Almanya), endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amadekariyên ji bo meşa ku dê di 8ê Mijdarê de were lidarxistin didomînin.
Ciwanên ku di çarçoveya înîsiyatîfa “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de banga meşê kirin li navçeyên Harburge ya Hamburgê posteren daliqandin û belavok belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku wan bi ruhê seferberiyê beriya Meşa Kolnê ya 8ê Mijdarê xebata xwe li herêman zêde kirine. Di daxuyaniyekê de, endamên ciwan ên TCŞ-ê ku banga meşê kirin û gotin: “Di 8ê Mijdarê de, li Koln a Almanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek mezin dê were lidarxistin. Em her roj li tax û navçeyên cuda ji bo meşê, ku dê di çarçoveya înîsiyatîfa “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de were lidarxistin, xebata xwe didomînin. Em bang dikin ku bila em bi azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe xewnên şehîdên xwe pêk bînin.”


