NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Berlîn û Stuttgart (Almanya) hatin ba hev ji bo ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Li Stuttgartê meşek hat organize kirin û li Berlînê daxuyaniyek hat dayin. Li her du bajaran şahî bi govend gerandin û dirûşmeyan bi coşek mezin bi dawî bû.
BERLÎN
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Şoreşê daxuyaniyek ji aliyê endamên TCŞ hat xwendin. Dura ciwanen calakvanan alên YPG û YPJ bilind kirin dest be meşe kirin.
Ciwanan pankartek bi nivîsa “Kobanê çavê Kurdistanê ye “vekirin û dirûşmeyên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin. Her wiha calakvanan banga beşdarbûna meşa ku dê di 8ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin kirin.
STUTTGART
1ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanî li bajarê Stuttgart ê Almanya, di bin pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Endamên ciwan ên TCŞ, Kurd û dostên wan, ji Lautenschlagestrasse ya li Stuttgartê dest bi meşa xwe kirin, alên YPG û YPJ hildan û di tevahiya meşê de dirûşme qîr kirin.
Piştî meşê, girseyê li Schlossplatzê bi hev re govend gerand û pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Bijî Kobanî” bi dawî kir.

