NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî hevdîtina xwe ya bi Rêber APO re got ku li ser xurtkirina rêxistinbûna herêmî hatiye axaftin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina duh (31ê cotmehê) a Rêber APO a bi malbatê re, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.
Omer Ocalan ev tişt parve kir: “31ê cotmehê me bi Birêz Rêber APO re weke malbata wî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku ber dide têkoşîna demokratîk, hat destnîşankirin. Tenduristî û morale Birêz Ocalan baş bû; silav ji gelê me re şandin.”
Rêber APO di 31ê cotmehê de ji ferdên malbata xwe bi Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin pêk anî.



