WAN– Li Wanê, Platforma Saziyên Demokratîk li ber baregeha Partiya DEM bi wesîleya 1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanê, daxuyaniyek dan û bi şahiyek berxwedana dîrokî ya Kobanê pîroz kirin.
Daxuyanî bi beşdariya gelek sazî, raya giştî û ciwanan pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz be” hate vekirin û ji aliyê Rêveberê Parêzgehê yê Partiya DEM İlhan Günay ve daxuyaniyek çapemeniyê ya hevbeş hat xwendin. Günay bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û soz da ku ev ruhê têkoşînê zindî bimîne. Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê calakvanen bi hevre 1’ê Mijdarê li parêzgehê ya Partiya DEM’ê bi birîna kek û gerandina govendan pîroz kirin.

