KOBANÊ – Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê jinên tameşegir yên ku pêşgirîya tîma Amedspor dikin ji bo zarokên Kobanê forma Amedspor rêkirine. Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantonê Kobanê ji bo zarokên akademîya Şehîd Ronîza û Şehîd Azad ya futbolê daxuyaniya Spasî oragnize kririn.
Daxûyanî ya Spasî a zarokên Kobanê wiha ye:
“Em wekî zarokên akademîya Şehîd Ronîza û Şehîd Azad ya futbole a Desteya ciwan û Werzîşê ya Kobanê di vê rojê pîroz da, Roja Kobanê ya Cîhanê li vir li listîgeha Ş. Bawer Agir, spasîya jinên tameşegir yên ku pêşgirîya tîma Amedspor dikin û ji bo me forma Amedspor rêkirine dikin. Em Amedspor doşopînin û her dilê me de ye û her bi serkftinê we em kêfxweş dibin û serkeftina we serkeftina em ye.”


