WAN– Xwendekarên Zanîngeha “Yüzüncü Yıl Üniversitesi” (YYU) çalakiya ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojin Kabaiş dabûn destpêkirin, di roja 8’mîn berdewam dikin. Xwendekaran li kampusa zanîngehê kom bûn û dest bi meşê ber bi rektoratê ve kirin. Ciwanên ku li ber rektoratê hatibûn astengkirin, çalakiya xwe berdewam dikin.


