TEBQA – Komina Ciwanan ya Ekolojî, bi hevkariya Şaredariya Giştî ya Tebqayê, kampanyayeke paqijiyê ya berfireh da destpêkirin da ku hişmendiya jîngehê bilind bike û çanda dilxwaziyê xurt bike.
Kampanyayê kolan û rêyên sereke yên li seranserê Navçeya Yekem a bajêr girt nav xwe. Bi dehan jin û xortên ciwan dilxwazî kirin, bermayiyan berhev kirin, kolanan paqij kirin û beşdarî xemilandina peyzajê bûn.
Ev destpêşxerî wekî beşek ji hewildanên ji bo pêşxistina hesta berpirsiyariya kolektîf a ciwanan li hember jîngeh û civakê hate destpêkirin. Her wiha armanc dike ku xelkê herêmê teşwîq bike ku beşdarî paqijî û xuyangiya bajêr bibin.
Niştecihên taxê bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê bûn û spasiya xwe ji bo vê destpêşxeriya bi pêşengiya ciwanan anîn ziman.
Endamên Komina Ciwanan ya Ekolojî diyar kirin ku ev destpêşxerî tenê destpêk e û çalakiyên nû yên bi mijara jîngehê û xebata dilxwazî dê di serdema pêş de li taxên cûda yên Tebqayê berdewam bikin.


