HELEB – Li Helebê meşek girseyî ji bo piştgiriya Kampanyaya KOM BÎBE, ku ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ve tê birêvebirin, hate lidarxistin.
Meş bi dirûşmeya “Bi rêhevaltiya komînalist bi Rêber APO re bijîn” hate organîzekirin. Jinên ciwan û bi dehan ciwan tevlî meşê bûn û dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” gotin.
Meş li Çerxa Şehîdên Şoreşger bi dawî bû. Gulistan Mustafa li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan di çalakiyê de axaftinek kir. Gulistan bal kişand ser fikir û ramanên Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn.
Wê got, “Di manîfestoya xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk de, Rêber Apo dibêje ku bihara gelêrî ya ku li Tunisê dest pê kir pergala dewleta neteweyî hejandiye û îradeya gel dê li seranserê Rojhilata Navîn serdest be.”
Gulistan Mustafa di axaftina xwe de bal kişand ser îradeya berxwedanê ya gel û rola ciwanan destnîşan kir.
“Divê em êdî bizanin ku heta ku îradeya gel bi ser nekeve, serkeftin nayê bidestxistin. Heta ku gel şerê xwe neke, tu serkeftinek mayînde nabe. Berxwedana gel, ciwanan û jinên ciwan ên li taxên Şeyhmaxsud û Eşrefiye mînaka herî zelal a vê yekê ye.”
Meş bi dirûşme û çepikan bi dawî bû. Beşdaran diyar kirin ku kampanya dê berdewam bike û tekez kirin ku ew ê têkoşîna ciwanan bidome.



