WAN – Êrişên li ser Rojava li Wanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Li Wanê, di bin pêşengiya DEKUP’ê de meşek li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava hat lidarxistin. Meşa ku ji ber Navenda Kirrûbirrê ya Wanê dest pê kir, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, hevşaredarên DEM Partiyê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, rêxistinên jin û ciwanan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes beşdar bûn.
Girseya gel li ber AVM’ê li hev kom bû û bi dirûşman heta Parka Mûsa Anter meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek hate dayin.


