NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Lubnanê, Beyrûtê, Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya “Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin” hat lidarxistin.
Konferans bi destnîşankirina endamên dîwanê dest pê kir, piştre analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan di civakê de û rapora Meclisa PYD`ê hatin xwendin.
Di konferansê de axaftina bi video ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, hate temaşekirin. Ebdî behsa girîngiya rola ciwanan di têkoşînê de kir û tokoşîn û berxwedana wan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre rapora rêxistinî ya Meclîsa Ciwanan a PYD hate xwendin û nirxandin. Delgeyan rew]a rêxistinî gotûbêj kirin û ji bo pêşxistina xebatên pêşniyarên xwe pêkêş kirin.
Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, di encamnameyê ev plansazî û pêşniyar hebûn:
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.
Xebat were kirin ku ciwan vegerin Rojava da ku li gorî fikra Rêber Abdulla Ocalan û Neteweya Demokratîk tevlî xebatên avakirinê bibin.

Zêdekirina perwerdeya ramyarî û siyasî ji bo ciwanan li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.
Lidarxistina komxebatên salane der barê raman, siyaset û medyayê de, bi hevkariya saziyên çandî yên Lubnanî.
Avakirina komîteyên ciwanan li hemû herêmên Lubnanê.
Avakirina komîteyek têkiliyan ji bo xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên ciwanan ên Lubnanî û Ereb re.



