ŞENGAL – Cîwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO li navenda şengalê meşiyan. Meş bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ber Meclisa Gel ya Şengalê dest pê kir. Bi sedan ciwan beşdar bûn û meş bi dayîna daxuyaniya li Taxa Pîranî (Yermuk) bi dawî bû.
Gelekî endam û rêveberên saziyên girêdayî Rêvebiriya xwesera Şengalê jî tevlî meşê bûn.
Meşa ku di pêşengiya Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê destpê kir, bi pankarta ‘Bi Dînamîzma Şehîd Ronî Gever Xwe Rêxistin Bikin û Azadiya Fizikiya Rêber Apo Misoger Bikin’, posterên Rêber APO ji ber Meclisa Gela Şengalê hate dewreya pîranî dewam kir.
Di meşêda durişmên ‘Em ciwan Fediyiyên Ocalan’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘ Biji Serok Apo’ hatin berzkirin. Li Dewreya Pîran li ser navê ciwanan daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Lîza Xerî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişnadin ser van xisûsan: “Em Yekitiya Ciwanên Êzîdxan vê meşê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tînîn. Ji ber Rêbertiya me ev 27 sale li girtigeha Îmraliyê tekoşîn û berxwedaniyeka bê hempa dide nîşandin.
Piştî daxuyaniyê endama Yekitiya ciwanên Êzîdxanê Emîra Zozan ji axivî wiha got: “Em îro ji bo azadiya Rêbertiya xwe meşiyan. Wê çalakiyên me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike.”


