WAN – Li taxa Köyiçi ya Wanê, endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya DEM Wanê bê navber xebatên xwe didomînin û banga beşdarbûna meşa ku dê di 18ê Cotmehê de li Amed û Bursayê bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” were lidarxistin dikin. Ciwanan li kolanan belavok belav kirin û banga ciwanan ji bo beşdarbûn meşê kirin. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî Serok APO” qîr dikirin.


