NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Ciwanên Welatparêz ragihand ku di 18ê Cotmehê de li Amed û Bursayê we meşekê li dar xistin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” be xwestin.
Di vîdeo-bangkirina Ciwanên Welatparêz de ev tişt hate gotin, “Wekî Platforma Ciwanên Demokrat û Welatparêz, em ê roja Şemiyê 18ê Cotmehê saet 5ê êvarê ji Pira Alî Pinar ber bi Sûrên Amed ve bimeşin. Em li benda hemû ciwanên welatparêz û gelê xwe yê hêja ne. Werin em jî bi hev re jiyaneke azad ava bikin.” Platforma Ciwanên Welatparêz bang li hemû ciwanan û raya giştî kir ku tevlî meşê bibin.


