NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 7 ciwanên ku diçûn taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandin.
Li gor agahiyan, çekdaran ciwan êşkence kirin.
Di nava rojê de, di dem û cihên cud zêdetirî 7 ciwanên her du taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hikumeta veguhêz hatin revandin. Hate ragihandin ciwanên Kurd li bendên kontrolê yên li derdora her du taxan danîne, sekinandin, li ciwanan da û piştre ew revandin. Li gorî çavkaniyan çekdarên ku ev êriş û binpêkirin kirine girêdayê wezareta parastinê a hikumeta veguhêz in. Yek ji bûyerên revandinên îro li nêzî Parka Çandiniyê ku li kêleka Rêveberiya Çandiniyê ya bajarê Helebê ye, pêk hat. Li wir çekdaran li hejmarek ciwanan da û paşê ew revandin.



