NAVENDA NÛÇEYAN – Di sibeha 8’ê Cotmeha 2025’an de, li ber Dibistana Cemal Dawud a li taxa 10’emîn a Projeyê ya Lazkiyê, xwendekarê Elewî yê 14 salî Mihemed Heydar di demjimêrên rojê de ji aliyê hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Şamê (HTŞ) ve hate revandin. Piştî revandina ku di otomobîleke Hyundai Santafe ya zîvîn de pêk hat, welatî îro ji bo fêrbûna çarenûsa Mihemed xwepêşandanê li dar xistin.
Ev revandin beşek ji zexta zêde ya HTŞ li ser civaka Elewî ye. Hikûmet/rejîma Şamê hewl dide ku bûyerê veşêre. Xwendekarên li Lazkiyê dibistan boykot kirine, û dersînorkirin û tundûtûjiya li dijî mamosteyan jî zêde bûye.


