KOBANÊ – 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a Kobanê ya nû destpê kir. Bi hezaran şênî di vekirina festîvalê de amade bûn. Festîval ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê ve tê lidarxistin, bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike”.
Di serî de, stadyum ji aliyê dayîka şehîdan Îslim Derwîş ve û welatparêz Xelîl Ebdî yê ku kedekî mezin ji bo çêkirina stadyum da, hat vekirin.
Piştî wê, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî. Her wiha, li ser navê tevgera ciwanan Harûn Apoyî axivî. Piştî wê dayîka Îslim Derwîş axivî û got: “Şehîd Bawer bi hemû têkoşîna xwe li dijî dijmin têkoşîn kir û her tim xwe feda dikir. Em bi hêvî ne xwedî li keda Şehîd Bawer derkevin û xwedî hêz bin ji bo ku ew Karibin dijmin têk bibin.”
Endezyarê Stadyuma Şehîd Bawer Agir Xelîl Ebdî destnîşan kir ku ew bi vê roja pîroz kêfxweşin û wiha got: “Em vê Stadyumê diyarî hemû şehîdên azadiyê dikin. Ev Stadyuma herî mezin a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyarî hemû ciwanan dikin. Ev Stadum ji bo Ciwanan û werzîşê semboleke her bi nirx e.”
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di salvegera Şehîd Bewer de, di vekirina vê Sradyumê de, em careke din sozên xwe nû dikin. Beriya çend roja salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo bû, salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkanî bû. Dijmin her tim dixwazin hêz û vîna gelê me tune, lê gelê me hêza xwe ji şehîdên xwe digire, wê demê çi dibe bila bibe hêza gelê me ya herî xurt e. Em jî wek PYJ`ê soz didin ku em ê gelê xwe biparêzin û li hemberî dijmin têkoşîn bikin.”
Piştre, bernameya hûnerî destpêkir, bi stran û govendên gelerî yên kurd, ereb, suriyan û ermen.
Festîval wê bi bernameyên çandî û werzîşî 3 rojan bidome.



