KOBANÊ – 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir wê 11’ê Cotmehê saet 4 û nîv li bajarê Kobanê destpê bike. Îro amadekariyên dawî yên ji bo festîvalê hatin kirin. Di festîvalê de wê Lîstogeha Şehîd Bawer Agir were vekirin. Festîval ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê ve tê lidarxistin û wê 3 rojan bidome.
Cîgerê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Diyar Mihemed banga her kesî kir ku beşdarî festîvalê bibin.



