PARÎS– Endamên Ciwanên Kurdistanîyen Fransa (CKF) bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê, di bin dirûşmeya “Azadî ji Rêber APO re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” , daketin kolanan.
Meş bi sloganan û bi coş li îstasyona Villiers-le-Bel dest pê kir.
Di tevahiya meşê de, ciwanan dirûşmeyên wekî “Bijî Rêber APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Fedayên Rêber APO ne,” û “Silav, Silav ji bo Îmraliyê” qîr kirin.
Xwepêşandan li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Şehîd Evîn Goyî bi dawî bû. Piştî ku ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin, daxuyaniyek ji aliyê CKF ve hat xwendin: “Komploya ku di 9ê Cotmehê de dest pê kir, bi radestkirina Rêber APO bo Tirkiyeyê di 15ê Sibatê de bi dawî bû.
Hat diyarkirin ku ev rewşa ku 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, pratîkek neheq e. Hate diyarkirin ku azadiya Rêber APO dê rê li ber çareseriyek siyasî ji bo pirsgirêka Kurd û aştiya demokratîk veke û ramanên wî îlhama têkoşîna ji bo azadiya jinan û civakek demokratîk dane.”
Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” û “Be Serok jiyan nabe!” xwepêşandan bi dawî kirin.

