REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Reqa dewreyekî perwerde yê Akademiya Şehîd Îmad El-Mehaweş, li ser esasê bîrdoziya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk li dar dixe. 11 ciwanan beşdarî dewreyê bi navê Şehîd Emîna El-Elî dibin.
Jiyana perwerde bi werzîşê û xebatê komînal dest pê dike, bi armanca avakirina rihekî hevbeş. Waneyên ramanî û siyasî tên dayîn û guftugo tên kirin.
Perwerdeyên girtî armanc dikin ku ne tenê bi nîqaşkirina fikirê Rêber Apo, lê belê bi jiyankirina wê, kesayetên azadîxwaz werin avakirin.



