TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê li ber Bendava Tebqayê bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo Xeta Me ya Sor e” çalakiyek kolektîf li dar xist.
Di çalakiyê de, bi dehan ciwanan 100 perçe ji wêneya dawî ya Rêber APO anîn gel hev da ku portreyek mezin derxinin. Ev çalakî sembola yekîtî, biryardarî û helwesta afirîner a ku ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO nîşan dane bû.
Beşdaran dirûşme qîr kirin û tekez kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO mijara sereke ya têkoşîna wan e. Her wiha wan soza xwe ya berdewamiya berxwedanê heta ku azadiya wî pêk were dubare kirin.


