NAVENDA NÛÇEYAN – Di saetên borî de tevgerên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê çêbûn. Hêzên hikumetê barîkatên axê bilind kirin û rê li ser bendên kontrolê yên hevbeş qut kirin.
Ev tevger bûne sedema astengiya karê bendên kontrolê yên hevbeş yên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de. Bi wê re tevliheviyek di erkên ewlehiyê de û zêdebûna hişyariya ewlekariyê li derdora xalên hevbeş çêbûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan Ajansa ANHA, hêzên hikumeta veguhêz parka Tariq Bin Ziyad ya li derdora taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê veguherandiye baregeheke leşkerî.



