NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîra Madagaskarê (welatek rojhelatê Efrîka ye) piştî serhildana ciwanan a li dijî qutbûna elektrîkê û avê, îstifa kir.
Xwepêşandanên li paytext Antananarivo bi lez li seranserê welêt belav bûn. Hikûmetê nikarîbû xwepêşandanên kolan bi kolan kontrol bike, lê dest bi ferzkirina qedexeya derketina derve kir. Lêbelê, ev yek bêbandor derket. Bi pêşengiya ciwanan, gel li hember êrîşa polîsan li ber xwe da û kolan veguherand qada şer.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di dema serhildanê de 22 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.
Serokwezîr Andry Rajoelina, ji ber ku nikarîbû serhildanê kontrol bike, îstifa kir. Serokwezîrekî nû dê di nav sê rojan de were destnîşankirin.



