REQA – Turnoveya Atletîzmê ya Şehîd Çiya Rizgar ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Stadyuma Şaredariya Reqayê bi dawî bû. Hevserokên Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir, li gel nûnerên encumenên werzîşê û şandeyên tîmên beşdar, beşdarî çalakiyê bûn.
Turnoveya ku ji hêla Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê ve hatî organîzekirin, di navbera tîmên ji Reqa, Cizîre, Kobanê û Dêrazorê de pêşbirkek pêk hat. Bi dehan werzîşvanan di kategoriyên cûda yên takekesî û tîmê de beşdar bûn.
Di dawiya pêşbirkê de, dadwerê giştî, lîstikvan, tîmên serketî û beşdar di atmosfereke werzîşî de hatin xelatkirin ku giyanê pêşbirkê nîşan dida û girîngiya werzîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikir.



