HESEKE – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi taybetî ev 13 sal in ku li gorî paradîgmaya Rêber Apo ya Konfederalîzma Demokratîk civak tê bi rêxistin kirin, gelek helwest ên gel beramberî Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî tên dayîn. Karkerên Heseke jî helwestê xwe anîn ser ziman û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Feysel Ebû Elî, karkerê li Kargeha Dirûtinê ya Rojava wiha got: “Ez dixwazim dengê xwe ji bo Rêber Abdullah Ocalan re bilind bikim. Rêber Apo ew kes e ku di vê dinyayê de azadî, rûmet û mirovahî fêrî me kiriye. Abdullah Ocalan ji bo her mirovekî mînakek e, ji ber ku wî jiyan da her mirovekî. Ji vir, em, wekî Kurd, Ereb, Suryanî û hemî pêkhateyan, silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û em hêvî dikin ku di dêmekî nêz de azad be.
Elî Mihemed, rêveberê Xwaringeh û Otêla El-Bustan jî anî ser ziman: “Bi navê xwe, û bi navê hemû ciwanan û karkerên ku li vir kar dikin, em ji Rêbertî re azadiya fîzîkî dixwazin û ku tendirûstiyê wî baş be.”
Rêber Apo nêzî 26 sal di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye di bin sîstemekî tecrîd de. Raydarên dewleta Tirk û bi taybetî serokê MHP Dewlet Behçelî soz dan ku ger ku PKK çekên xwe deynê, wê mafê bide ku Rêber Apo serbest siyasetê bike û mafên kurdan werin naskirin, lê belê, dewleta Tirk heya niha gav neavêtiye.



