REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqa civîna xwe ya 6 mehan li darxistin
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
Piştre rewşa siyasî û leşkerî û rewşa rêxistinî hatin kirin.
Civîn bi xwendina encamnameyekî bi dawî bû:
1. Xebat li ser avakirina komîn û meclîsên ciwanan û pêşxistina wan wekî bingehê ji bo çêkirina ciwanek xurt, bi îrade û ramanekî azad.
2. Avakirina pergala çandî û hunerî ji bo zindîkirina çanda civakê û vegerîna li ser rastiya civakê.
3. Vekirina û avakirina komîteyên werzîşî ji bo ciwan û zarokan, pêşxistina hunerên wan, zêdekirina hejmara akademiyên werzîşî, wekî gavek ji bo pêşxistina jiyanekî tendirust di nav ciwanan de.
4. Pêşxistina xebata parastina cewherî ya ciwanan bi şêwezê komîte, komîn û meclîs.
5. Meş, civîn, semîner, çalakiyên werzîşî, çalakiyên çandî û çalakiyên din di çarçoveyê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wekî kampanya bi slogana “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gavê yekem e ji bo aşitî ye.”
6. Vekirina perwerdehên ramanî ji bo bilindkirina asta ideolojîk û pîşeyî ya ciwanan di çarçoveya şerê li dijî bêkarî de.
7. Vekirina komîteya lêkolîn û xebatên civakî wekî gavêk ji bo şirovekirina pirsgirêkên civakî, sedemên wê û çareseriyên têkildar bi paradiyagma ya Neteweya Demokratîk û felsefeya Rêber Apo.
8. Avakirina rêxistinbûnê di warê dîjîtal de.
9. Koordînasiyon bi Ciwanên Ehlibeytê.
10. Çalakiyên afirîner
Piştî civînê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger axivîn û naveroka civînê dan diyar kirin.
Hogir El-Casem, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Tebqayê wiha got: “Îro, wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger, di encamê vê civînê de, me biriyar da ku emê çalakiyên nû pêş bixin ji bo belav kirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan. Ji bo pêşxistina hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çalakiyên nû hebin. Piştî vê civînê, li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî û li ser rêxistinkirina ciwanên me li Tebqayê di çarçoveya kampanyaya “azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e” de, dê xebateke xurt hebe.
Ehmed El-Elî, hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Tebqayê jî wiha anî ser ziman: Me civîna 6 mehan ya Ciwanên Şoreşger li dar xist û gelek ciwan tevlî civînê bûn, bi taybetî ji deverên nû rizgarkirî yên wekî Dêr Hefer, Mesken, El-Debsî û deverên din ên girêdayî kantona Tebqayê û gundewarên wê. Di vê civînê de, me rastiya Rêber Apo nîqaş kir û helwesta Rêber Apo da ciwanan. Gelek nîqaş li ser rewşa siyasî û guhertinên li Sûriyeyê diqewimin û bandorên wan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Piştre gelek mijarên rêxistinî hatin nîqaşkirin, di encamê wê de daxuyaniyeke berfireh li ser biriyaran ku hatin girtin hat dayîn.



