Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
25/09/2025 - 12:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 20 mins read
A A
HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – HPG-NRÇ’ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, “Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin, wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Hevrêyên me yên Fermandariya Eyaleta Wanê Canşêr Makû, Engîzek Ararat û Sîdar Roj di pevçûna di operasyona dijmin a ku 9’ê Çileya 2022’an de li herêma Melîka ya herêma Feraşîn a Botanê pêkhat de gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li Eyaleta Wanê şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan ên hêja bikin hinceta têkoşînê.

Hevrêyên me yên ku ji deverên cuda yên Kurdistanê tevlî PKK’ê bûn û bi têkoşîna xwe ji bo hemû ciwanên Kurd bûn mînak, tevahiya hebûna xwe ji bo azadiya Rêberê me û gelê me feda kirin. Xwe bi ruhê fedaî ya Apoyî pêçan û hewl dan ku şertên têkoşîna me bê kêmanî bi cih bînin. Tevî hemû êrîş û operasyonên ku dijmin bi îstîxbarat û teknolojiyê li Bakurê Kurdistanê pêş xist, bi biryardariyek bêhempa gerîlatî meşandin. Hevrêyên me bi fedaî li dijî dijmin têkoşiyan û ji bo xweparastina gelê me bê teredut pratîkek bêhempa meşandin. Hevrêyên me Fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku bi beşdariya xwe ya bê hesab, helwesta xwe ya milîtanê Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin û wê timî di têkoşîna me de bijîn.

Wek hevrêyên wan, em sersaxiyê ji malbatên rêzdar ên hevrêyên xwe Canşêr, Engîzek û Sîdar û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa şehîdên xwe ya “Rêberê Azad, Kurdistana Azad” teqez pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Canşêr Makû
Nav û paşnav: Îrza Mîrîvîmîlam
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê dayik û bav: Dîlber – Ejder
Dîrok û cihê iehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan
Nasnav: Engîzek Ararat
Nav û Paşnav: Şîraz Xalit
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik û bav: Xanim – Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan
Nasnav: Sîdar Roj
Nav û paşnav: Mesût Îş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik – bav: Şukran – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan

CANŞÊR MAKÛ

Li axa Rojhilatê Kurdistanê ti carî berxwedana li dijî mêtingeriyê nesekinî, gelê me yê welatparêz hişt ku kevneşopiyeke xurt a jiyana bi rûmet û azad biafirîne. Gelê me yê Rojhilat ziman û çanda xwe parastiye û tevî hemû zilmê jî bi israr xwedî lê derketiye, nirxên Kurdî heta roja îro hilgirtiye û ji nifşekî bo nifşekî din veguhestiye. Bajarê me yê Makûyê ku ev mîrateya pîroz bi awayekî herî zelal û bihêz lê tê jiyîn, di tevahiya dîrokê de beşdarî gelek berxwedanan bûye û gelek leheng afirandiye.

Hevrê Canşêr di nava hawîrdorek welatparêz ku kevneşopiya berxwedanê ya bihêz di hundirê xwe de pejirandiye û gihandiye her aliyê jiyanê, li Makûyê ji dayik bû. Hevrê Canşêr ê ku endamekî eşîra Celaliyan ku bi welatparêzî, milîtanî û beşdariya xwe ya çalak di berxwedana ku li Kurdistanê pêş ket de tê nasîn, di nav çanda ku gelê me bi hezaran salan parastiye de mezin bû. Tevî êrîşên pergala kapîtalîst, hawîrdora civakî ya bihêz a hawîrdora wî hişt ku ew bi nirxên xwe yên cewherî ve girêdayî bimîne. Hevrêyê me ji temenê xwe yê biçûk ve bi jêhatîbûna xwe ya kedkar dihat nasîn, ji hêla her kesî ve dihat hezkirin. Pergala perwerdehiyê ya ku li dibistanên rejîmê hatibû ferzkirin, bû sedema ku hevrê Canşêr yekem car pê re têkeve nava nakokiyan. Di temenê xwe yê biçûktî de dest bi lêpirsînê kir û li hember mêtingeran hêrsek mezin pê re çêbû. Ji bo ku bixebite û debara malbata xwe ya di tengasiyên darayî de bike, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêgerîna xwe berdewam kir, eleqeyek mezin nîşanî Rêber Apo û PKK’ê ya ku ji kesên li dora xwe bihîstibû. Hevrêyê me, ji berxwedana gerîla ya efsanewî ya li Kurdistanê bi heyecan bû û ji bo têkoşîna me baştir fêm bike hemû derfet bi kar anî. Şehadeta pismamê wî hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû, di jiyana hevrê Canşêr de xalek werçerxê diyar kir. Lêgerîna wî kûrtir bû û bi dil û can bawer dikir ku divê mîrateya têkoşîna hevrê Canşêr  biparêze û biryardara tevlîbûna nav refên têkoşînê da. Daxwaza hevrê Canşêr a tevlîbûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji ber temenê wî yê biçûk du caran hate redkirin. Hevrêyê me tevî vê yekê jî ti carî dev ji biryardariya xwe berneda û vê pêvajoyê ji bo Rêber Apo yê ku pir meraq dikir û têkoşînê ji nêz ve nas bike bi kar anî. Hevrêyê me biryar da ku beşdarî PKK’ê yê ku nûnerê rastîn ê jiyanek û têkoşînek birûmet temsîl dike, bibe û têkoşîna ji bo gelê me kir armanca xwe ya sereke. Di sala 2007’an de, xeyala xwe pêk anî û xwe gihand Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.

Heval Canşêr bi beşdarbûna nav refên têkoşînê re dest bi jiyaneke nû kir, navê pismamê xwe hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) li xwe kir û di şexsê wî de mîrateya şehîdan dewr girt. Hevrêyê me, timî di ferqa berpirsiyariya ku girtibû ser xwe de bû û bi hîskirina giraniya barê li ser milê xwe beşdarî jiyanê bû û ji bo layiqî şehîdên bibe têkoşiya. Bi meraqa xwe ya mezin a li ser jiyana gerîla, hewl da ku her hûrgiliyan fêr bibe û di her kêliya jiyanê de hebû. Hevrêyê me, ne xerîbê çiyayên Kurdistanê bû, di demek kurt de fêrî her hûrgiliyên gerîlatiyê bû û bi lez û bez bû pispor. Tiştê ku fêr dibû dahurand, bi aqilê xwe yê pratîkî û kedkariya xwe zû fêr bû û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Hevrêyê me yê ku xwedî eleqeyeke mezin bû bi mijarên leşkerî û îdeolojîk, bi felsefeya Rêbertî, dîroka gelê me yê bindest û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û fêr bû. Hevrê Canşêr zû taktîkên gerîla fêr bû û di gelek warên cuda de gihîşt astek pisporiyê. Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya bingehîn a gerîla ku li Qendîlê wergirt bi serkeftî qedand, derbasî qada pratîkî bû û têkoşîna xwe domand. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2008’an de êrîşî Zapê kir û li ber Berxwedana Zapê têkçûnek dîrokî jiya. Hevrê Canşêr di Berxwedana Zapê de pismamê wî Zindan Şiyar (Secat Miraymîlan) şehîd bû û ev şehadet hişt ku hêrs û xwesteka tolhildana hevrê Canşêr a li dijî mêtingeran hîn zêdetir kir. Hevrê Canşêr li hemberî van şehadetan bi berfirehkirin û kurkirina têkoşînê bû bersiv. Hevrêyê me ji bo di rêya şehîdan de bimeşe lêhûrbûna xwe kûrtir kir. Li her qada ku çûyê, bi enerjî, xebat û kesayetiya xwe ya mutewazî bal kşand ser xwe, bû yek ji hevrêyên me yên ku zû bû fermandar. Hevrêyê me her tim hewl da ku zanîna xwe ya hunera gerîlatiyê kûrtir bike. Hevrê Canşêr piştî xebata xwe ya serketî, bi derbasbûna Zapê re jiyana xwe domand. Hevrê Canşêr li dijî pirsgirêkan bû hêza çareseriyê, bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û jiyanê ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Hevrê Canşêr timî xwe ji perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû re berpirsiyar didît. Ji bo pêşketina wan û di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibin tiştên ku zanibû bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Canşêr hevalên xwe fêr kir û ji wan fêr bû. Heval Canşêr ku bi jiyan û beşdariya xwe di bûyîna milîtanek mînak de serketî bû, li Zapê pratîkek serketî raber kir.

Hevrêyê me ku ti carî kirinên xwe têr nedît û xeta têkoşîna xwe timî bilind kir, ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bû xwedî israreke mezin. Hevrêyê me yê ku pêşniyarî wî hat qebûlkirin, di sala 2014’an de derbasî Botanê bû û têkoşîna xwe berdewam kir. Hevrêyê me yê ku bi evînek mezin bi axa Botanê û gelê wê ve girêdayî bû, bê rawestan ked da. Hevrêyê me bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî re tecrûbeya şer jî zêde kir û di her warî de bû xwedî jêhatîbûn. Hevrêy me ku çar salan li Eyaleta Wanê têkoşîn meşand, bû yek ji pêşengên me yên ku hewl dan şêwaza şer a serdema nû di pratîkê de bi cih bînin. Hevrê Canşêr li hember êrîşên dewleta Tirk a mêtînger ku di sala 2015’an de bi armanca tinekirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, îradeya azad a gelê me, dest pê kiribûn, li Bakurê Kurdistanê bersiv da dagirkeran. Bi tevlîbûna gelek çalakiyan, ew di derbkirina dagirkeran de xwedî kedek mezin bû. Hevrê Canşêr ku wekî xwediyê meşeke mîna Fermandar Egîd balê dikêşand, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyên xwe de nîşan da û ji bo tolhildana şehîdên me yên nemir bê navber têkoşiya. Hevrê Canşêr ê di sala 2018’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlî perwerdehiyên akademiya leşkerî û Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê bû. Tecrûbeya şer a ku li Bakurê Kurdistanê bi dest xistibû, di hewirdora perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re parve kir. Li ser kêmasî û nebesiyên ku di nava pratîkê de derketin holê, lêhûrbûnên kûr jiya. Xwe fedayê taktîk û stratejiya şer a dema nû kir. Wekî hevrêyekî ku xwedî tecrûbeya şer û rêxistinî bû, hêz da perwerdeyên ku tevlî bû. Hevrê Canşêr, di her alî de lêhûrbû û derbasî pêvajoyek guhertinê bû. Bû xwedî wê şansê ku Rêber û Partiya me kûr fêm bike. Hevrê Canşêr ku dizanî bêyî azadiya jinê, civak azad nabe, girîngiya avakirina hevrêtiya bi jinê re li ser bingeha rast bi kûrahî fêm kir. Ew bû yek ji hevrêyên me ku her tim girîngî dida têkoşîna cinsî. Hevrê Canşêr piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, bala wî her li ser Bakurê Kurdistanê bû. Piştî perwerdeya xwe ya li akademiyê, cihê xwe di xebatan de girt û erkên girîng bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me du salan têkoşîna xwe domand, bi israr xwest ku derbasî herêma Botanê bibe. Di sala 2021’an de daxwaza wî hat qebûlkirin û li ser vê bingehê hevrêyê me careke din berê xwe da herêma Botanê.

Hevrê Canşêr ku bû fermandar û derbasî Eyaleta Wanê bû, ji bo ku hêz bide hevrêyên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku derbeyên giran li mêtingeran dixistin, bi xwestekek mezin tevlî xebatê bû. Wî li Bakurê Kurdistanê bi serbilindî ala berxwedanê bilind kir û armanc kir ku şêwaza tîmên bi tevger a dema nû bi serketî bicîh bîne. Bi jîrbûna xwe ya taktîkî û kesayetiya xwe ya afirîner, wî gelek êrîşên dijmin têk bir. Ji bilî jêhatîbûna xwe ya fermandarî û şer, wî bi hevrêtiya xwe ya xurt jî xwe diyar kir û hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Têkilî û hevrêtiyê wî yên xurt ku ava kiribû, di bîranînên hevrêyên wî de şopek kûr hiştin. Bi moral û coşa xwe ya bilind, wî jiyan û kar bi hezkirinek mezin hembêz kir. Wekî kesekî fedaî ku di rêya şehîdan de meşiya û fermandarekî ku ruhê demê fêm kir, ew karî bibe milîtanek layiqî gel û hevrêyên xwe. Hevrê Canşêr, ku têkoşîna xwe li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Bakurê Kurdistanê ve domand. Di vê pêvajoyê de bi berdewamî serketinan bi dest xist, xwe pêş xist û meşa di xeta fedaîbûnê de esas girt. Bi vî awayî, bû yek ji mînakên herî hêja yên milîtanên Apoyî ên di nava têkoşînê de mezin bûne.

Di 9’ê Çileya 2022’yan de, li herêma Melîxa ya herêma Feraşînê, hevrê Canşêr ku li kêleka hevalên xwe li dijî dagirkeran li ber xwe dida, di êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Wî her kêliya jiyana xwe bi awayekî bêdudilî ji bo serketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê feda kir û mîrateyek têkoşînê ya nayê jibîrkirin li du xwe hişt. Bîranîna hevrê Canşêr ê ku ala berxwedanê bi jiyan û têkoşîna xwe hilda û têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd berdewam kir, dê her tim di berxwedana me de bijî û teqez dê ji aliyê hevrêyên xwe yên mayî ve bi serketinê re were tacîdarkirin.

ENGÎZEK ARARAT

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir, wekî tevgereke hêviyê ji bo gelê me, ku di nav pençên qirkirinê de bi tunebûnê re rûbirû mabû, derket holê. Gelê me, ku bi sînorên çêkirî yên mêtingeran ve bû çar parçe û li her parçeyî rastî êrîşên herî dijwar ên înkar û tunekirinê hat, bi derketina PKK’ê re, ji bo siberojek azad û jiyanek bi rûmet berxwedanek bêhempa pêş xist. Agirê berxwedanê yê ku di Zindanên Amed de pê ket, tevahiya Kurdistanê ronî kir û ji aliyê gelê me ve bi hêzek mezin hat hembêzkirin. Zarokên Kurd ên wêrek tevlî refên têkoşînê bûn û cihê xwe di têkoşîna jiyanek bi rûmet de girtin. Di vê berxwedanê de, ku bi hewldanên mezin ên Rêber Apo hat avakirin, bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû yek ji deverên sereke ku têkoşîn lê kok girt û zû bi gel re bû yek.

Hevrê Engîzek li Kobanê, navenda berxwedanê wekî endama malbateke welatparêz ku dilsozê çanda berxwedanê ya PKK’ê û jiyana bi têkoşînê ve girêdayî bû, ji dayik bû. Wê bi rêya malbat û derdora xwe têkoşînê nas kir. Naskirina kadroyên Apoyî, bandorek kûr li ser wê ava kir. Dilsozî û germahiya şêwaza jiyana Apoyî û hevrêtiya wê, di hevrê Engîzek de hezkirin û eleqeyek xurt ji bo têkoşînê pêş xist. Ji ber ji malbata hevrêya me tevlîbûna nava refên têkoşînê hebû, ev yek bingeha hezkirin û dilsoziya wê ya ji bo gerîla xurttir kir. Wekî jineke ciwan, li ser zext, zehmetî û rastiya pergala serdest a mêr û statûya jin a di nava civakê de lêhûrbû. Rastiya gerîlayên jin ên ku li çiyayan şer dikin û fermandariyê dikin û felsefeya Rêber Apo dipejirînin, bandorek kûr li ser cîhana wê ya fikrî kir. Ev destpêka lêgerîna wê ya ji bo jiyaneke azad, bû sedema biryardariya wê ya tevlîbûna jiyana pîroz a PKK’ê xurt bike. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hêviya gelê me ya ji bo siberoja azad mezintir bibû. Hevrêya me Engîzek jî ji bo ku bibe bersiv û hesreta di dilê xwe de pêk bîne, bê dudilî tevlî têkoşînê bû. Bawer dikir ku planên qirêj ên mêtingeran û êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ’ê dikarin bi têkoşînek li çiyayan werin bersivandin. Bi vê baweriyê, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayan û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Engîzek li çiyayên Kurdistanê, navenda jiyana azad û têkoşînê, dest bi jiyaneke nû kir. Bi azwerî û coşek mezin tevlî jiyana gerîla bû û bi meraqa xwe ya bêdawî hînê hûrguliyên jiyanê bû. Ji bo bi girêdana hevrêtiya pîroz a PKK’ê re bibe yek, tevlîbûneke xurt raber kir. Hevrêya me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û piştre tevlî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû. Xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist. Têgihîştina wê ya kûr hişt ku ew zû pêş bikeve û di jiyanê de jêhatî bibe. Her ku ramanên Rêber Apo bêhtir fêm kir, meraqa wê jî zêde bû û lêgerîna xwe kûrtir kir. Wekî jineke ciwan, ji Parêznameyên Rêber Apo hîn bû ka jin çawa di pergala kapîtalîst de hatine kolekirin. Ji bo ku xwe di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de kûrtir bike û bixe pratîkê, kedeke mezin raber kir. Wê di qada leşkerî de jî rolên pêşengtiyê girt ser xwe, di şêwaz û taktîkên gerîla de xwe pêş xist û di gelek aliyan de pisporî bi dest xist. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, ew derbasî herêma Zagrosê bû û li wir ezmûna xwe ya pratîkî ya yekem bi dest xist. Di nav bedewiya xwezaya Avaşînê de, wê şerê gerîla wekî derfeteke mezin dît û bi hemû hêza xwe, xwe da xebatê. Bi azweriya xwe ya mezin, coş û tevlîbûna xwe ya bi dilxwazî, ew di demek kurt de bû gerîlayekî jêhatî yê YJA Starê. Parastina jiyana pîroz a gerîla, mîrateya şehîdan û xwedîderketina li nirxên ku wan afirandine, kir bingeha têkoşîna xwe. Tevî temenê xwe yê ciwan, wê bi hestek berpirsiyariyê ya xurt di jiyanê de pêşengî kir. Bi saya kesayetiya xwe ya kedkar, di her xebateke ku dimeşand de encamên xurt bi dest xist. Li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên di sala 2015’an de li Avaşînê pêş ket, bi qehremanî li eniyên pêş ên berxwedana dîrokî ya gerîla şer kir. Di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de roleke çalak lîst. Bi vî awayî, pêşengiya ku di jiyanê de nîşan da, heta şer jî domand û bû gerîlayekî YJA Star ê xwedî tecrûbe û jêhatî.

Piştî tecrûbeyeke pratîkî û şer a dijwar, hevrê Engîzek di sala 2017’an de beşdarî perwerdehiya akademiya leşkerî bû. Li vir, derfet dît ku jêhatiyên xwe yên pratîkî binirxîne û xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de kûrtir bike. Perwerdeyeke xurt dît, bû fermandar û dû re derbasî herêma Heftanînê bû. Bi tecrûbeya xwe ya şer û têgihiştina xwe ya rêxistinî, bersiv da bendewariyên rêxistinê û pratîkeke xurt nîşan da. Wekî yek ji milîtanên pêşeng ên Hemleya Cenga Heftanînê, beşdarî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran da. Bi rengekî fedaî axa pîroz a Kurdistanê li dijî mêtingeran parast. Hevrê Engîzek, ku dixwest têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê dewam bike, pêşniyariya wê hat qebûlkirin û li ser vê bingehê di sala 2019’an de derbasî herêma Botanê bû. Di şert û mercên herî zehmet de bê dudilî têkoşîna xwe domand. Hevrê Engîzek, ku pîvanên azadiya jinê ya PAJK’ê û prensîbên jiyanê di kesayetiya xwe de bi cih kir, bi heman dilsoziyê beşdarî mîsyona pêşengiyê bû. Wê taktîkên gerîla yên dema nû bi dest xist û bi tecrûbeyên xwe pêşengiya hevrêyên xwe kir. Bi îradeya xwe ya Apoyî ya xurt, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral û hêzê. Wê bêdudilî ala têkoşînê ya ku ji hêla şehîdên me ve hatî dewr kirin hilgirt û her kêliya jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Bi vî rengî, wê wekî milîtana Apoyî ya mînak û jineke azad cihekî bêhempa di nav refên têkoşînê de bi dest xist.

Hevrê Engîzek ku di 9’ê Çileya 2022’yan de şehîd bû, her kêliya jiyana xwe li gorî xeta PKK’ê jiya. Mîrateyek têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Berxwedan û têkoşîna wê, dê her tim rêya me ronî bike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger ên Tebqa civîna xwe ya 6 mehan lidarxistin

Nivîsa Pêş

20 Ciwanên Êzidî beşdarî nav refên YBŞ’ê bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
20 Ciwanên Êzidî beşdarî nav refên YBŞ’ê bûn

20 Ciwanên Êzidî beşdarî nav refên YBŞ’ê bûn

Partiya Ciwanên Serxwebûnî li Siwêdayê hat damezirand

Partiya Ciwanên Serxwebûnî li Siwêdayê hat damezirand

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.