NAVENDA NÛÇEYAN- Di nîvroya 22’ê Îlonê de, komên girêdayî Wezareta Parastinê hewl dan ku êrîşî xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên Şexmaqsud û Eşrefiye yên Helebê bikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî mafê xwe yê parastina reva bersiv dan êrîşê.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, di êrîşê de sê endamên komê birîndar bûn, û droneke ku di êrîşê de hatibû bikaranîn jî hat xistin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand û got, “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pabendbûna xwe ya berdewam ji bo bicihanîna erkê xwe yê parastina gelê xwe, parastina ewlehî û aramiya herêmê, û rûbirûbûna hemî hewldanên ku ewlehiya sivîlan tehdît dikin, piştrast dikin.”
Rayedaran tekez kirin ku ewlehiya sivîlan li herêmê pêşîniya wan a sereke ye.



