NAVENDA NÛÇEYAN- Li gor nûçeya ANHA’yê li Helebê çekdarên Hikumeta Veguhêz, êriş bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a dora taxa Şêxmeqsûdê kir.
Hat zanîn ku êriş ji aliyê çerxerêya Şîhan ve hatiye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivandine.
Li gorî agahiyên pêşîn ya ANHA, heta niha 3 çekdar birîndar bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dronekeke çekdaran xistin xwarê û erebeyên wan desteser kirin.



