HESEKE – Bi dirûşmeya “Azadiya Rêber xeta me ya sor e”, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Cizîrê li bajarên Hesekê û Qamişlo komxebatên bi navê “Sosyalîzm û Azadî” li dar xist. Bi dehan ciwanan beşdarî komxebatan bûn.
Komxebat bi deqeyekî bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Piştre perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
Piştî wê belgefîlmekî li ser têgehên azadî û sosyalîzmê hate nîşandan, û nîqaş hat vekirin li ser têkiliya di navbera sosyalîzm û azadiyê de û girîngiya wan di têkoşînê de.
Komxebat bi xwendina encamnayekî bi dawî bû.
QAMIŞLO
HESEKE



