NAVENDA NÛÇEYAN- Komîna Film a Rojava çîroka ku rojnameger Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir film û diyarî Nazim Daştan kir.
Derhêneriya filmê Nûman Yigît kir. Çîroka filmê ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû amedekirin û Onder Çakar jî çîrok veguherand senaryoyê.
Kişandina filmê di 7’ê Tebaxa 2024’an de dest pê kir û di 7’ê Cotmeha 2024’an de bi dawî bû. Beriya wê jî mehekî amedekariya kişandinê hatibû kirin. Dema filmê demjimêrek û 53 deqe ye.
Dê filma “Heval Birako” di Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava de bê nîşandan. Di mîhrîcanê de filmê yekemîn be ku bê nîşandan.
Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava dê di 13’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike û 7 rojan bidome.
Di 19’ê Kanûna 2024’an de bi balefirek bê mirov a bi çek wesayîta nûçegihan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan têde, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de bombebaran kir û herdû rojnameger qetil kir.
Çavkanî: ANHA



