HESEKE – Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Sara Hisên, ji Serêkaniyê, endama Jinên Ciwan ên PYD, jî banga xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anî ser ziman û diyar kir ku ciwanan wê heya dawî tevlî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bibin.
Sara Hisên, ji Serêkaniyê, endama Jinên Ciwan ên PYD, banga me ji bo azadiyê Serok Apo ye, piştî 26 salan ên kû bi berxwedaniyekê li Îmraliyê a di her kêliyekê de, bi berxwedaniyekê bi tekoşînekî ji bo jiyanekî bi aştî û azadî bijî. Ji bo azadiya Rêber Apo çi çalakî ji me bê xwestin, ji bo azadiya fîzîkî heta dawî jî em amade ne. Piştî banga Rêber Apo ji bo civaka demokratîk, helwesta me, fikrê me, riya me zelal e. Ew rêya aştiyê ye, rêya demokrasiyê ye. Emê banga Serok Apo pîşgirî bikin, her kes divê tevlî vê bangê bibe heta ku bikaribin dîwarên Îmralî hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.



