NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Şoreşger a meha Îlonê û Cotmehê bi dirûşmeya “Bi Hevrêtiya Komînalîst Pergala Tecrîdê Bişkinin” derket.
Kovara dumehane ya Îlon û Cotmehê wekî her car bi zimanê Kurdî û Erebî hat weşandin. Hejmara 29an bi slogana bi dirûşmeya “Bi Hevrêtiya Komînalîst Pergala Tecrîdê Bişkinin”derket .
Nivîsên perspektîfên Rêberê APO, perspektîfên TCŞ’ê û jinên ciwan, portre li ser jiyana Şehîd Çiya Rizgar jî di kovarê de hatine bicihkirin.
Her wiha nivîsên li ser mîrata Cîgerxwîn û dosyayek li ser rola ciwanan di şoreşê de hene.
Naviroka nû ya kovarê wiha ye:
PERSPEKTÎFA RÊBER APO
-Ji Bo Min Namûs Azadiye, Azadî Gidayê Ruh û Aqıl e
PERSPEKTÎFA CIWANÊN ŞOREŞGER
-Hêza Pêşeng Di Avakirina Civakekê Demokratîk de
PERSPEKTÎFA JİNÊN CİWAN
-Pêşengî û Berxwedan Di Tekoşîna Azadiyê de
DOSYA
-Ciwan Pêşengê Şoreşê, Dijminê Nezanbûyînê ye
PORTREYA ŞEHÎDAN
-Ew Zarokê Çiyayê Serhilder, Fermandarê Berxwedana Nisebînê
ÇAND Û HÛNER
-Cigerxwin: Pêşengekê Wêjeya Kurdî û Îlhama Ciwanan
PARADÎGMA
-Komîn Çiye?
TÊGEH
-Kibbutz Çiye û Li Rojava Çawa Were Zindîkirin?


