KOBANÊ – Li Kobanê turnoveya satrancê ya Şehîd Çiya Rizgar bi beşdariya tîmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.
Turnoveya satrancê ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Şehîd Mesûd Îbrahîm ya bajarê Kobanê ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîsê ve hatiya organîzekirin.
Hejmarek hezkiriyê şatrancê, hevserokên Federasyona Werzîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , endamên Buroya Ciwan û Wezîşê amade bûn.
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamên Yekitiya Werzîşê li Tebqayê û kesên turnover bi rêxistin kirine xelat kirin.
Mamoste û hakemê giştî yê pêşbirkê diyar kirin ku lîstina satrancê çawa bi awayekî erênî bandorê fêrbûna mirovan dike, û girîng e ku ew were teşwîqkirin;” Em jê piştrast bûne ku lîstika satrancê lîstika kesên jîre, zanistî, hunerî û werzişî ye. Ji bona wê me pêwîst dît ku wek welatên pêşkeftî li Herêma Kurdistanê jî lîstika satrancê di nava bernameya xwendinê de cihê xwe bigre. ”
Di dawiyê de, serketiyên turnuvaya satrancê hatin xelatkirin û turnuva bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Encamên pêşbirkên tîmên mêran wiha bûn:
Cihê yekem: Tîma El-Tebqa
Cihê duyem: Tîma El-Cezîre
Cihê sêyem: Tîma El-Reqqa
Cihê çarem: Tîma Dêra Zorê
Cihê pêncem: Tîma Kobanî
Di pêşbirka tekane ya jinan de:
Cihê yekem: Semîra El-Fexî – El-Tebqa
Cihê duyem: Mîlad Bulat – Dêra Zorê
Cihê sêyem: Alaa El-Fexî – El-Tebqa
Pêşbirka tekane ya mêran:
Cihê yekem: Îbrahîm Şaker – El-Cezîre
Cihê duyem: Delhwaz Berekat – El-Cezîre
Cihê sêyem: Ehmed El-Cerû – Reqa



