HESEKE – Şêniyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 22`yemîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pîroz kirin. Li Heseke, li Lîstokgeha Şehîdên Miftî pîrozbahî hat lidarxistin.
Hevseroka PYD Perwîn Yûsif axivî û diyar kir ku damezirandina PYD’yê li hember hewldanên tunekirina nasnameya kurdî “pêwîstiyeke dîrokî” ye û partî di serhildana Qamişlo ya 2004`an û şoreşa Rojava de, roleke mezin lîstiye.



