DIRBÊSIYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê Melek ê girêdayî Dirbêsiyê semînerekî derbarê “Şerê Gelê Şoreşgerî” ji 20 ciwanan re li dar xist.
Di semînerê de qala esasên şerê gelê şoreşgerî û rola ciwanan tê de hatin kirin. Her wiha, girîngiya xwe parastinê di nava tevahiya civakê de hat nîşandan.
Piştî wê perwerdeyekî vekirina çekê “AK-47” hat dayîn.
Ev çalakî beşek ji çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca bilindkirina beşdarbûna siyasî di nav ciwanan de ku li seranserê herêmê tên lidarxistin.



