WAN- Li gelek bajarên Kurdistanê bîranînên Şehîd Çiya Rizgar, pêşengê Tevgera Ciwanên Apoyî ku ji ber nexweşiya xwe 25’ê tebaxê şehîd ketibû, berdewam dikin.
Li navçeyên Gevaş û Çaldêran ên Wanê, û her weha li taxên Xacort û Surmelî, ciwanan ji bo bîranîna Şehîd Çiya Rizgar çalakî li dar xistin. Wêneyên Şehîd Çiya li kolanên taxan hatin daliqandin û pankartên bi nivîsa “Bi soz û peyman em şopdarê te ne Şehîd Çiya Rizgar” hatin vekirin.
Ev xwepêşandan nîşan didin ku têkoşîn û mîrata berxwedanê ya Şehîd Çiya, ku bi pêşengiya xwe di nav tevgera ciwanan de tê nasîn, dê di bîranîna ciwanan de bijî.



