AMED – Înîsiyatîfa Ciwanan a Farqînê li navçeya Farqînê (Silvan) Şehîd Çiya Rizgar, yek ji pêşengên Tevgera Ciwanan ku di 25ê Tebaxê de li herêma ku lê dihat dermankirin şehîd bû, bi bîr anî.
Ciwanên ku di merasîma bîranînê de axivîn, teqez kirin ku mîrateya têkoşîna Şehîd Çiya bidomînin û diyar kirin ku ew ê li ser şopa wî bimeşin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xewnên heval Şehîd Çiya mafdariya me ya têkoşînê ne.” Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.


