QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo bi merasîmekî endamê Kordînasyona Komalên Ciwan şehîd Çiya Rizgar, pêşenga tevgera jin Bêrîtan Amed û pêşengê şoreşa Rojava şehîd Nûredîn Sofî bibîranîn. Bi dehan ciwanan û gelê welatparêz beşdarî bîranînê bûn li Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo.
Bîranîn bi deqayekî bêdengî ji bo rêzgirtina hemû şehîdên şoreşê destpêkir.
Piştî wê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve axaftin li ser kesayeta şoreşger ê şehîd Çiya Rizgar hatin kirin. Her wiha, ji aliyê gel ve sloganên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Piştre belgefilmekî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Çiya Rizgar hat temaşe kirin.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinekî derbarê şehîd Nûredîn Sofî û rola xwe ya pêşeng di şoreşa Rojava de jî hat kirin.
Merasîm bi berzkirina sloganan bi dawî bû.



