WUPPERTAL – Ciwanên endamên TCŞ li Wuppertalê, ku li eyaleta Almanya ya North Rhine-Westphalia ye, ji bo meşa dirêj, ku dê li Koln, Almanya dest pê bike, standek danasînê danîn. Wan belavok belav kirin û dîlanên gelerî lîstin.
Cİwanan dawî de bang li hemû ciwanên welatparêz ên li Ewropayê dijîn û Kurdan kirin û gotin, “Werin em bi coşeke herî mezin tevlî vê meşê bibin, wekî ku em her sal dikin.”



