REQA – 3’emîn Kongreya Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk li salona “Erd al Saîdê” a bajarê Reqayê destpêkir, di bin dirûşmeya “Bi vîna ciwanan emê guhertin ava bikin û yekîtiyê pêk bînin, ji bo Sûriyekî demokratîk, pir reng, û ne navendî”. Bi dehan ciwanan ji gelek rêxistin û pêkhateyan ji herêmên cuda yên Sûriyê beşdarî kongre dibin.
Kongre bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpêkir.
Di kongre de wê şêwazên rêxistinbûna ciwanên Sûriyê li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk werin guftugo kirin.



